Elî Larîcanî serokê meclisa Îranê vê sibê li hevdîtina ligel Sehaledîn Rebanî wezîrê karên derve yê Efganistanê li bajarê Têhranê got: berjwendî û xêra dijminên Efganistanê, alozbûna rewşa sîyasî ya vî welatî, loma gelê Efganistanê divê li hemberî destwerdanên bîyanîyan ku rê li ber pêşketin û rehetîya vî welatî digirin, li ber xwe bidin.
Larîcanî pêgirî kir ku divê peywendîyên Îran û Efganistanê werin bihêzkirinê û got: Imkanên baş jibo berfirekirina peywendîyên aborî û ticarî yên her du welatan nemaze li warê tranzît û ênêrjîyê hene. Serokê meclisa Îranê bal kişand ser dewama piştgirîya Îranê ji gel û dewleta Efganistanê û got: Nabe rê bê dayîn Efganistan bibe meydana cirîta têrorîstan û sekinîna kêrhatî li hemberî têrorîsmê li Efganistanê jî hewcedarê istiqrara sîyasî ye.
Selahedîn Rebanî, wezîrê karên derve yê Efganistanê jî di vê hevdîtinê da qedrê rêberê giranqedir ê Inqilabê û dewleta Îranê ji ber piştgirîyên ji dewleta Efganistanê û pêngavên jibo bihêzkirina istiqrar û tifaqa netewî li vî welatî girt û got: Efganistan tu wexta rê nade axa wî ji alîyê têrorîstan ve were bikaranînê.
Rebanî herwisa got: Bi zûtirkê yê konfranseke navnetewî li bara Efganistanê li Brûksêlê were lidarxistinê ku derfeteke baş e jibo hevkarîya berfire ligel civaka navnetewî jibo pêkanîna aştî û istiqrarê li vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)