ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê bi serokê Mossadê ra

Çalakê nasyar ê siûdî li peyameka Twitterê qala hevdîtina Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê û serokê Saziya sîxoriya Rêjîma Siyonîst (Mossad) li Amerîkayê kir.

Muctehid çalakê nasyar ê siûdî roja çarşemiyê bi weşandina dîmena civîna koma nasyar bi Yekîtiya dijî Îrana Atomî, li ser rûpela xw eya Twitterê nivîsî: Aduil Cubeyrê Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê û Yosî Kohin, serokê Mossadê roja Sêşemiyê li kêleka vê civînê li New Yorkê hevdîtin pêk anîn.

Muctehid got: Ev hevdîtinên fermî ji bo asayîkirina pêwendiyên Erebistanê digel Rêjîma Siyonîst li halê zêdebûnê ne; Di rojên tê da Erebistann dê nûçeya bi serşûrî ya asayîkirina pêwendiyên xwe bi rêjîma dagirker a siyonîst ra ragihîne.

Malpera Erebî ya 21ê vê dawiyê nivîsî: Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst her derfetekê bi kar tîne da ku bi şanazî bêje ku asayîkirina pêendiyên Israîlê bi welatên erebî (Bi amajeya aşkira bi Erebistana Siûdiyê) guihîştiye qonaxeka pêşketî.

Ev malper her viha dinivîse: Israîl plana sazişkariya erebî napejirîne, her wiha li dijî her planekê ye ku bibe sebeba damezirandina du dewletan. Ev bi vê wateyê ye ku Israîl li dû hevpeymaneka erebî ey ku jinavbirina mijara Filistînê qebûl bike da Israîlê ev îzn hebe ku dest bi berfirehxwaziyê bike.

Başa dön tuşu