AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê karên derve yê Îran û Çînê li Pikenê

Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê  hevrê digel taximekî derecebilind ê siyasî û abûrî îro sibê gihêşte Pikenê û tev Wang Yî hevtayê xwe yê Çînî li bara alûgorên herî girîng yên navçê û cîhanê gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê û Çînê li vê hevdîtinê herwisa li bara babetên hevpar yên navbera du welatan û çawaniya berfirehtirkirina peywendiylên navbera du welatan jî gotûbêj kirin.

Her du aliyan bal kişandine ser peywendiyên kevn ên navbera Piken û Têhranê û ragihandin ku tu  berbendek li ser riya berfirehkirina hevkariyên curbicur di navbera Îran û Çînê da tune û her du welat hertim peywendiyên xwe berfirehtir dikin.

Zerîf herwisa bal kişande ser sefera pêşerojê ya serokkomarê Çînê bo Têhranê û got: Ev sefera dikare peywendiyên navbera du welatan berfirehtir jî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu