Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê hevrê digel taximekî derecebilind ê siyasî û abûrî îro sibê gihêşte Pikenê û tev Wang Yî hevtayê xwe yê Çînî li bara alûgorên herî girîng yên navçê û cîhanê gotûbêj kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê û Çînê li vê hevdîtinê herwisa li bara babetên hevpar yên navbera du welatan û çawaniya berfirehtirkirina peywendiylên navbera du welatan jî gotûbêj kirin.
Her du aliyan bal kişandine ser peywendiyên kevn ên navbera Piken û Têhranê û ragihandin ku tu berbendek li ser riya berfirehkirina hevkariyên curbicur di navbera Îran û Çînê da tune û her du welat hertim peywendiyên xwe berfirehtir dikin.
Zerîf herwisa bal kişande ser sefera pêşerojê ya serokkomarê Çînê bo Têhranê û got: Ev sefera dikare peywendiyên navbera du welatan berfirehtir jî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)