NûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê karên derve yê Îranê tev rayedarên Bruneiyê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û paşayê Bruneiyê ser berfirehkirina peywendiyên dualî navbera her du welatan li warên curbicur ên aborî û ticarî tekez kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemedcewad Zerîf li hevdîtina tev paşayê Bruneiyê, Hesen Bolîka derfetên aborî û xebitandina sermaya hevpar tev Bruneiyê li warên curbicur li qonaxa piştî rakirina boykotan xist rojevê û daxwaza berfirehkirina hevkariyên navbera her du welatan kir.

Zerîf bal kişand ser pirsgirêk û qeyranên heyî li cîhana îslamê û gefên terorîzm û fanatîzmê û ser Yekitiya Îslamî wek pêwîstiyekê bo umeta Îslamî sekinî.

Paşayê Bruneiyê jî bal kişand ser pêwîstiya yekitiya welatên îslamî bona rawestana li ber pirsgirêkên heyî û ji berfirehkirina hevkariyên Bruneî û Îranê piştî rakirina boykotan li warên curbicur ji wan pêtroşîmî û zanist û teknolijiyê pêşewazî kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê li dawiya sefera xwe ya yekrojî bo Bruneiyê ji vî welatî çû Taylendê û piştî Taylendê jî dê here Niyûzîlendê û ji wir jî dê here Awistiraliyayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu