Hevdîtina wezîrê karên hundir ê Îranê tev serokkomarê Azerbaycanê
Wezîrê karên hundir ê Komara Îslamî ya Îranê û serokkomarê Azerbaycanê ser viyana her du welatan jibo berfirehkirina hevkariyên li warên curbicur ên aborî, ticarî û rawestana li ber madên narkotîkê sekinîn.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Ebdulriza Rehmanî- Fezlî wezîrê karên hundir ê Îranê li yekim bernama sefera xwe ya durojî bo Bakûyê roja duşemiyê tev Îlham Elîyof serokkomarê Azerbaycanê hevdîtin pêk anî û li ser peywendiyên dualî û meselên navçê gotûbêj kir.
Wezîrê karên hundir ê Îranê li vê hevdîtinê amadetiya Komara Îslamî ya Îranê jibo guhestina tecrubên xwe jibo Komara Azerbaycanê li warên rawstana li ber madên hişber û terorîzma tekfîrî ragihand.
Îlham Elîyof serokkomarê Azerbaycanê jî li vê hevdîtinê pêvajoya berfirehkirina peywendiyên Îran û Komara Azerbaycanê bitaybet li warê avakirina korîdora rêhesna bakur-başûrê baş û kêrhatî da zanîn û got: Bi gihandina rêhesina Îranê bo Komara Azerbaycanê dê her du welat roleke giring li tarnzît û veguhestina navçê hebin.
Elîyof her wiha ji berfirehkirina hevkariyên Îran û Komara Azerbaycanê li warên curbicur ên ewlehiyê û rawestana li ber madên hişber û terorîzmê pêşewazî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)