ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê karên hundir yê Îranê û Iraqê li Têhranê

Alîkarê wezîrê karên hundir yê Iraqê li hevdîtina tev wezîrê karên hundir yê Îranê soz da ku derbasgehên sînorî yên nû bona çûna zairên erbeyîna husêyînî bo Iraqê bêne vekirin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Ebdulriza Rehmanî Fezlî wezîrê karên hundir yê Komara îslamî ya Îranê li hevdîtina xwe ya duh duşemê tev Muhemed Bedr Nasir alîkarê wezîrê karên hundir yê Iraqê bal kişande ser birêketina berfireh û mezine rêûresma Erbeyîna Husêyînî li sala 2017 destnîşan kir: Wezareta karên hundir yê Iraqê sala par xizmetguzariyên girîng daye zairên erbeyîna Husêyînî û sînorên du aliyan jî bibaşî hatine kuntrolkirin.

Ebdulriza Rehmanî Fezlî  hêviya xwe daye diyarkirin ku ji ber îmzabûna rêketinnamên nû di navbera Îran û Iraqê , derbasgehên Xusrewî û Şîlanê li rojavaya Îranê bêne vekirin.

Muhemed Bedr Nasir alîkarê wezîrê karên hundir yê Iraqê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser viya ku bo cara ewilê îsal dê zairên erbeyîna Husêyînê bikaribin herin bajarê Samirayê got: Gor fermana serokwezîr û wezîrê karên hundir yê Iraqê dê her cure xizmetguzarî ji bo zairan û ewlehiya wan dabîn bibe.

Alîkarê wezîrê karên hundir yê Iraqê bona gotûbêja tev karbidestên Komara îslamî ya Îranê hevrê digel taximekî derecebilind roja yekşemiyê gihêşte Têhranê.

Başa dön tuşu