ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrên berevaniya Îran û Ermenistanê li Moskovê

Li gorî rapora nûçegihanê me ji Moskovê, serdar sertîp Hisên Dêhqan, wezîrê berevaniya Îranê îro li rex Konfransa Ewlehiya Navnetewî li Moskovê li hevdîtina tev Sîran Omaniyan, wezîrê berevaniya Ermenistanê got: Siyaseta Komara Islamiya Îranê ser bingeha hevkariya tev welatên dost nemaze yên cînar e.

Serdar sertîp Dêhqani her wiha got: Lawazkirina welatên navçê bi saya birêxistina nakokî û gêreyên qewmî û mezhebî di navbera wan da yek ji sitratêjiyên pergala serdest nemaze Amerîkayê jibo alozkirina navçê û lîstina rolê li vê herêmê ye.

Wezîrê parastinê yê Îranê bi pêkutiya ser viya ku komên têrorîst bi piştgiriya Amerîkayê û Rejîma Siyonîst û hin welatên navçê, qeyranan bi rê dixin, got: Rêçareya qeyranên li navçê tenê danûstandina ligel welatên navçê ye.

Sîran Omaniyan wezîrê berevaniya Ermenistanê jî kêfxweşiya xwe ji ber hevdîtina ligel wezîrê berevaniya Komara Islamiya Îranê nîşan da û got: Rewan û Têhranê peywendiyên baş hene, Îran welatekî bi şaristaniyeta kevnar û çandeke dewlemend e ku roleke bêhempa li pêkanîna ewlehî û istiqrarê li navçê heye.

Wezîrê berevaniya Ermenistanê her wiha qedrê Komara Islamiya Îranê nemaze ji ber rola wê li pêkanîna agirbes û aştiyê li devera Qefqazê girt û pêkutî kir ku bêyî Îran û Ûrsêtê qeyranên deverê kuta nabin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu