ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serdar Cezayirî: Giştpirsîya li Kurdistana Iraqê ser bingeha sîyasetên Amerîkayê ye

Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ê Îranê got: Lidarxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistana Iraqê hereketek di çarçova sîyasetên berfire yên Amerîkayê têkildarî perçekirina welatên herêmê ye.

Serdar sertîp Seyêd Mesûd Cezayirî berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ê Îranê îro li hevpeyvîna digel Defa Press`ê bal kişand ser hewldana kurdan jibo lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Kurdistana Iraqê û bandora wê ser welatên navçê û tekez kir: Îran bê guman li dijî cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê ye.

Serdar sertîp Cezayirî li bara sekinîna Îranê li hemberî komên têrorîst jî got: Komara Islamî ya Îranê heta niha isbat kirîye ku bi tundî li dijî têrorîsmê û piştgirên wê li herêmê ye û li hemberî wan disekine.

Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ê Îranê li dawîyê got: Îranê jibo kokbirrkirina têrorîsmê li rojavaya Asyayê hin gotûbêj bi welatên herêmê re destpê kirine ku mizginîya vê yekê dide ku bi vî awayî devera rojavaya Asyayê bigihêje aramîyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu