Hevdîtina wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiyê li Enqerê
Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê îro înê li yekim qonaxa sefera xwe ya Tirkiyê tev Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê vî welatî hevdîtin pêk anî û li bara mijarên li gor hez û meyla her du aliyan şêwirî. Zerîf û Çawûşoglu li vê hevdîtinê ku bi awayekî dualî û li paş deriyên girtî cih hat li bara meselên herî giring li peywendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin. Biryar e wezîrê karên derve yê Îranê tev Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî bicive û gotûbêjê bike. Li gor vê raporê Zerîf dema gihêşt Enqerê li gotûbêja bi nûçegihanan re bal kişand ser şikesta darbeya leşkerî li Tirkiyê û got : Beşdariya gelê Tirkiyê jibo rawestana li hember darbekiran derseke giring bû ji darbekiran re û nîşan da ku serdema darbe û kiryara eskerî li navçê bi dawî hatiye û bê guman dê şikestê bixwe.Çawûşoglu jî li merasima pêşewaziya ji Muhemedcewad Zerîf got:Îranê ji destpêka darbeyê li Tirkiyê, piştgiriya xwe ji dewlet û gelê Tirkiyê li hember darbekiran ragihand. Biryar e piştî hevdîtina wezîrên karên derve yên du welatan civîna hevpar li dar bixin. Wezîrê karên derve yê Îranê îro înê bi armanca gotûbêja li bara hevkariay anvbera du welatan, gotûbêja li ser hin pisgirêkên navçê, navneteweyî, mijara Sûriyê û hevdîtina tev wezîrê karên derve û serokkomarê Tirkiyê gihêşt Enqerê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)