ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf bi wezîrê karên derve yê Tacîkistanê re

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, bi Siracedîn Aslov (Sirodjidin Aslov) wezîrê karên derve yê Tacîkistanê re li Duşenbeya paytexta vî welatî hevdîtin pêk anî û liser meselên dualî û alûgorên navçeyî gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, îro çarşemiyê, liser vexwendina fermî ya rayedarên Tacîkistanê, derbasî Duşenbeya paytexta vî welatî bû.

Mihemed Cewad Zerîf, biryar e piştî hevdîtina bi rayedarên Tacîkistanê re, seredana Semerqendê ku yek ji bajarên dîrokî yên girîng ên Uzbekistanê re bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê wê li Uzbekistanê, jibilî hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên vî welatî, roja îniyê li civîna navneteweyî ya Ewlehî û geşepêdana mayinde li Asyaya Navendî jî beşdar bibe.

Li vê civînê wê rayedar û kesayetiyên navneteweyî û navçeyî pişikdar bibin.

Başa dön tuşu