ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf tev serokwezîrê Senegalê

Wezîrê karên derve yê Îranê tev Lee Hsien Loong serokwezîrê Sengapûrê hevdîtin pêk anî û her du aliyan li ser çawaniya berfirehkirina peywendiyên du alî û meselên navçeyî û navnetewî gotûbêj kirin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku duh çarşemê bona pişkdariya li dewra 51-an a civîna wezîrê karên derve yên welatên endame Yeketiya başûra rojhilata Asiyayê ASEAN seredana Sengapûrê kir îro tev Lee Hsien Loong serokwezîrê vî welatî hevdîtin pêk anî.

Wezîrê karên derve yên welatên endame Yeketiya başûra rojhilata Asiyayê ASEANê qirare li civînên xwe li ser meselên navçeyî û navnetewî û herwisa peymana TAK gotûbêjê bikin.

10 welatên Endûnizî, Malizî, Fîlîpîn, Sengapûr, Taylend, Bironeyî, Viyêtnam, Laûs, Miyanmar û Kambocê welatên endamê ASEAN`ê ne.

622 milyon kes li welatên endamê ASEAN`ê dijîn û ev yeketiya abûra heftan a li cîhana îro ye.

Li vê civînê herwisa qirare peymana hevaltiyê di navbera Îranê û endamên ASEANê ya ser navê TAK were îmzakirin.

Civata kifşkirina xêr û qazanca nizama Îranê pêştir endambûna Îranê bi vê peymanê pejirandibû.

Peymana TAK li Sibata sala 1976 di navbera welatên endame ASEANê hatibû îmzakirin û niha 30 welatên cîhanê endamên TAKê ne.

Başa dön tuşu