IraqNûçeRojhilatanavin

Melayê taxa Gogcelî ya Mûsilê, ji ber li gorî daxwaza DAIŞê gotar nexwend, 3 caran xistine zîndanê

Çekdarên DAIŞê piştî ku di Hezîrana 2014ê de bajarê Mûsilê dagir dikin, bang li melayên bajêr dikin da ku êdî gotarên nimêja Înê li gorî ji wan re hatiye nivîsandin, bixwînin.

Melayê taxa Gogcelî Ebas Salih yek ji wan Melayan e ku li hember vê daxwaza DAIŞê derdikeve.

Mele Ebas got: “Çekdarên DAIŞê bang li min kirin û ez birim gel emîrê xwe. Emîrê wan ji min xwest ku bey’eta wan bikim û gotaran jî li gorî ew dixwazin bixwînim. Min ev daxwaz qebûl nekir û ez girtim.”

Mele Ebas dibêje du hefte piştî berdana wî, careke din çekdarên DAIŞê tên û wî dibin cem heman emîrî û heman buyer dubare dibe, ew dîsa bey’et nake û tê girtin.

Li gorî gotina Mele Ebas got: “Min ji emirê wan re got, ev tişta ku hûn dikin xelet e. ji min aciz bû û careke din ez şandime heman zîndana gel dêrê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu