Hevdîtina Zerîf û Beşar Esed li Şamê
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li dewama şêwirînên xwe li Şamê tev Beşar Esed serokkomarê Sûriyê hevdîtin pêk anî û li bara meselên curbicure dualî û navçeyî gotûbêj kir.
Muhemed Cewad Zerîf û Beşar Esed li vê hevdîtinê ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên aborî yên her du welatan û hevkariya şîrketên îranî li avedankirina Sûriyê, piştî serketina berxwedanê û rawestana li ber terorîzmê sekinîn.
Her du alî li vê hevdîtinê teqez kirin ku piştî serketina berxwedanê û rawestana li terorîzmê pêwîst e ku ran û Sûriye li warên curbicur bi taybet aboriyê hevkariyên xwe berfireh bikin û şîrketên îranî li dewra avedankirina Sûriyê hizûr û beşdariya çalak hebin.
Wezîrê karên derve yê Îranê û serokomarê Sûrîyê her wiha li bara meselên herî giring ên peywedniyên dualî, navçeyî pêwîstiya vegeryana awareyan û mijarên li gor elaqeta her du aliyan gotûbêj kirin.
Muhemed Cewad Zerîf pêştir tev Welîd Muelim wezîrê karên derve û Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê hevdîtin pêk anîbû.
Muhemed Cewad Zerîf roja duşemiyê dema gihêşt balefirgeha Şamê, got: Piştî serketinên baş ên bereya berxwedanê li dijî komên tundrê û terorîzma li Sûriyê dema avedankirina vî welatî hatiye û welatên hevpeymanê Sûriyê têde dê hevkariyê bikin.
Zerîf îro duşemiyê di çarçova sefereke yekrojî de gihêşt Şama paytexta Sûriyê.