ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf û komîsirê bilind ê NY li warê penaberan

Li gorî rapora rêvebiriya giştî ya dîplomasiya mêdyayiya wezareta karên derve, wezîrê karên derve yê Îranê, Mighemedcewad Zerîf roja şemiyê, 18`ê Hezîrana 2016`an, li hevdîtina ligel komîsirê bilind ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên penaberan (UNHCR), Fîlîpo Grandî, li Têhranê tevî amajeya ser hebûna hejmareke zêde ya penaberan li Îranê bi awayê qanûnî û neqanûnî, her viha got: Îran zêdetir ji sê deheyan e ku mazûvaniya penaberan dike û hewil daye ku li warê tendirustî û hîndekariyê gelek pêngava bavêje, lê mixabin ku alîkariyên navneteweyî herî kêm bûne.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Komîsaryatiya Bilind a NY li warê penaberan û welatên hawargihan pêwsît e ku bixebitin ta bi zêdekirina planên aborî û sermayedanîna li Efxanistanê binavahiyên pêwsît ji bo vegeriyana xwebexş a penaberan dabîn bikin û alîkariyê bikin ta ew li civaka Efxanistanê werin hebandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu