FilistînNûçeRojhilatanavin

Êrîşa çekdarên israîlî li ser Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê

Çekdarên Rêjîma Siyonîst beyaniya îro anku şemiyê êrîşî ser gundê Koberê li bakurê Ramellahê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê kirin û çend kes girtin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Al Alamê, Bi dehan çekdarên israîlî êrîşî er çend malan li gundê Koberê kriin û tevî lêpirsîna ji wan, kelûpelên malan işkandin û hinek ji diravêî wan jî dizzîn.

Êrîşa çekdarên siyonîst li ser vî gundî piştî operasiyona şejhîd Tariq Mihemed Tariq Yûsif, nûciwanê 17 salî di encamê da siyonîstek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn, dest pê bûye.

Çekdarên siyonîst her wiha li van êrîşan, 4 ciwean ji rûniştiyên vî gundî girtin. Roja bihurî jî 6 ciwan dan ber êrîşê û birîndar kirin  ku halê yek ji wan xedar hatiye ragihandin.

Beyaniya îro jî piştî derketina erebeyên gerrê yên Israîlê ji gundê Koberê, pevçûnên giran li gundê kêlekê bi navê Ebu Qeşê pêk hatin û hejmareka ciwanan bi kewkîkirina keviran, li hemberî êrîşa erebeyên gerrê yên vê rêjîmê li ber xwe dan; Li aliyê din çekdarên Rêîjîma Siyonîst jî gulleyên cengî û bombeyên gazê avêtin.

Li gorî nûçeyeka din, Çavkaniyên filsitînî ragihandin: zarokekî filsitînî bi gulleyê çekdarên dagirker lin rojhilata navçeya Xezaeyê li başûrî Zîvala Xezeyê birîndar bûn.

Başa dön tuşu