ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf û serokomarê Nîkaragûê

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê digel serokoamrê Nîkaragûê hevdîtin û gotûbêj kir.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên drve yê Îranê roja sêşemiyê digel Daniyêl Ortêga serokomarê Nîkaragûê li bajarê Managûayê hevdîtin pêk anî û li bara berfirehkirina hevkariyên aborî navbera du welatan bi wî ra axivî..

Berî viya wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Nîkaragûeyê got: Ez dilniya me ku encama sefera bo vî welatî ji bilî xurtkirina peywendiyên siyasî dê bibe sebeba berfirehkirina hevkariyên aborî.

Zerîf roja sêşemiyê li hevdîtina ligel Santis Lopêz wezîrê karên derve yê Nîkaragûeyê bi gotina viya ku Îran girîngiyeke taybet dide peywendiyên digel Nîkaragûeyê, got: Girîngiya ku birêz Daniyêl Ortêga bi xwe dide hevkariya aborî nîşana girîngiya danûstandinên ticarî di navbera du welatan da ye.

Wezîrê karên derve yê Nîkaragûeyê, Santis Lopêz jî bal kişande ser hebûna taxima aboriya hevrê digel Zerîf li sefera bo welatê xwe û got: Ev amadebûna berfireh nîşana vîn û iradeya rayedarên îranî bi taybet wezîrê karên derve yê Îranê ye ku bi awayê ciddî ji bo berfirehkirina peywendiyan ligel welatên Amerîkaya Latînê hewl daye.

Wezîrê karên deve yê Nîkaragûeyê her viha got: Ji ber hewildana wezîrê karên derve yê Îranê qonaxeke teze ya berfirehbûna peywendiyên navbera Îran û Nîkaragûeyê li halê pêkhatinê ye.

Her viha wezîrê karên derve yê Nîkaragûeyê li dawiya hevdîtina digel Zerîf, hin xelat bi nîşana yadgarî û diyariyê pêşkêşî Mihemed Cewad Zerîf kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu