NûçeRojhilatanavin

Çekên israîlî li destê têrorîstan li Sûriyê hat peydakirin

Çavkaniyên nûçeyan ên sûrî ragihandin ku çek û amûrên leşkerî yên israîlî di destê çeteyan li Sûriyê da peyda bûne.

Li gorî rapora roja îniyê, 11`ê adara 2016`an, a kanala têlêvîziyoniya El-Alemê, hêzên berevaniya gelanî li parêzgeha Suweydaya başûrê Sûriyê barek ji cûreyên çek û cebilxaneyên çêkirî ji aliyê Israîlê va peyda kirin.

Li ser esasa vê raporê, çeteyan dixwastin ku van çek û cebilxaneyan bigihînin destê têrorîstên bicihbûyî li Badiyeya rojhilatê.

Rêjîma Siyonîst hertim pişta têrorîstan li Sûriyê girtiye.

Heta niha hejmarek ji têrorîstên birîndar li nexweşxaneyên Filistîna dagîrbûyî hatine dermankirin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu