Hemîd Çîtçiyan, wezîrê enerjiya Îranê, li hevdîtina tev rayedarên japonî, li ser berfirehkirina hevkariyên du welatan sekinî.
Hemîd Çîtçiyan, wezîrê enerjiya Îranê, roja îniyê û li kêleka civîna bîst û heftemîn a Menşûra Cîhanî ya enerjiyê, li Japonyayê bi Fomiyo Kîşîda, wezîrê karên derve yê vî welatî re hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora IRNA`yê, Çîtçiyan di vê hevdîtinê de bal kişand ser hevhatina navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û got: Pêwîst e hemî welat, pişta serketina vê hevhatina girîng a ku li ser qazanca civaka cîhanî ye bigirin. Wî herwiha got ku Lihevkirina Navokî rewşeka nû jibo geşkirina hevkariyên di navbera Îran û Japonyayê de bi taybet di beşa enerjiyê û enerjiyê nû, pêk aniye.
Wezîrê karên derve yê Japonyayê jî got: Japonya, hertim ji wan welatên piştgirê Lihevkirina Navokî bûye û wê jibo serketina wê jî pirr hewl bide.
Kîşîda û Çîtçiyan, herwiha li ser mijarên din ên girîng li peywendiyên dualî û ji wan sermayedanîna Japonyayê li avakirina nû ya hêzgehên ceryanê yên Îranê û sefera serokwezîrê Japonyayê bo Komara îslamiya Îranê, gotûbêj kirin.
Wezîrê enerjiya Îranê, herwiha li hevdîtina bi alîkarê wezîrê aborî, bazirganî û pêşeyan ê Japonyayê got: Sûdwergirtina herî zêde ji potansiyêlên xwecî, mercê hevkariyên navneteweyî ye.
wî destnîşan kir: Îran jibo geşkirina postên xwe yên ceryanê yên (J.I.S) pirr bi başî plan darêştiye û vê mijarê derfeteka guncav jibo kompaniyên çalak ên japonî di vî warî de pêk aniye.
Wî destnîşan kir ku pêşmerca Îranê jibo hevkariyên navneteweyî, veguhestina teknolojî û sûdwergirtina herî zêde ji potansiyêlên xwecî di warên av û ceryanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)