CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdu ditîna Canson û Cewad Zarîf

Wezîrê karên derve yê Ingilîsê li hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Îranê pêgirî li ser sozdarîya Londonê ji bo cihanîna tam a rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê kir.

Borîs Canson (Boris Johnson) wezîrê karên derve yê Ingilîsê ku niha li Têhranê ye, îro li hevdîtina digel Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê got: Rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê girîngî û nirxeke bilind ji bo Ingilîsê heye.

Canson herwiha xwest ku hevkarî û peywendîyên Îran û Ingilîsê bên berfirekirinê rawêjkarîyên London û Têhranê jî bidomin.

Zerîf û Canson li vê hevdîtinê herwiha têkildarî mijarên curbicur ji wan peywendîyên aborî, bankî, ticarî û girîngîya berfirekirina wan û meseleyên navçeyî û navnetewî gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Ingilîsê herwiha bi Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê re gotûbêj pêk anî.

Herwiha biryar e ku wezîrê karên derve yê Ingilîsê li seredana durojî bo Têhranê digel Hesen Rûhanî serokomar, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve, Elî Şemixanî sêkrêtê konseya bilind a ewlehîya netewî û Elîekber Salihî serokê sazîya ênêrjîya atomê gotûbêjê bike.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu