NûçeRojhilatanavinSûriye

Hevhatina agirbesê li Sûriyê ji deqîqeyên destpêkê yên roja îniyê cih hat

Hevhatina agirbesê li Sûriyê ji deqîqeyên destpêkê yên roja îniyê cih hat.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê, destnîşan kir ku ev hevhatina baweriya dewleta Sûriyê bi gihîştina bi serketina li hember terorîsmê nîşan dide.

Li gorî gotina Muelim, ev hevhatina koma terorîst a DAIŞ, Cibhetunusre, terorîst û komên ser bi wan û herwiha komên ku hevhatinê îmze nekirine nagire ber xwe her ji ber vê yekê pêispartiyên hêzên çekdar ên Sûriyê jibo ji navbirina van komana wê bidomin.

Muelim got: Ev hevhatina derfeteka baş û rastîn e ta ku li ser qeyrana Sûriyê em bigihîjin rêçareyeka siyasî ta ku şerr û rijandina xwînê li vî welatî bi dawî were.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê, destnîşan kir ku Şam baweriya xwe bi garantiya jibo cihhatina hevhatinê ji aliyê Rûsyê ve ji ber ku ev welata li şerrê dijî terorîsmê hevgirtiyê Sûriyê ye lê bi qasê têrê baweriya bi Tirkiyê bi dest neketiye.

Welîd Muelim, bi bîr xist Sûriye bi fikr û ramana vekirî, wê li dewra tê ya gotûbêjên aştiyê ku biryar e li Astaneya paytexta Qezaqistanê bi rê ve here, beşdar bibe.

Vî rayedarê sûrî destnîşan kir her mijarek ku li civîna Astanê raber bibe, wê were hilkolandin ji bilî mijara hakimiyeta neteweyî û mafê xelkê Sûriyê li hilbijartina serokkomarê welêt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu