NûçeRojhilatanavinSûriye

Meşa gelê Sûriyê bona piştgîriya ji Filistînê

Gelê Sûriyê, nîvroja îro (îniyê) bona piştgîriya ji gelê mezlûm ê Filistînê û dijayetiya li hember kiryarên êrişkerane yên Rejîma Siyonîst li Şamê, meşeka berfireh li dar xistin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê ji zarê Ajansa nûçeyan a SANA`yê, xelkê Sûriyê, îro îniyê li Roja Cîhanî ya Qudsê ji deriyê bazara El Hemîdiyê ve ber bi mizgevta El Umewiyê ya Şamê meşiyan.

Li vê xwenîşandanê, xelkê Sûriyê bi rakirina alayên Sûriye û Filistînê, kiryarên serkutger û êrişker ên Rejîma Siyonîst  li Filistînê şermezar kirin.

Di eynî demê de xelkê Yemenê jî îro îniyê, bi minasibeta Roja Cîhanî ya Qudsê li parêzgehên Sena, Hudeyde û Seidê, xwenîşandanên pirrcoş li dar dixin. Ew xwenîşandan ji saet 14:30 deqîqeyan ser dema Senayê, wê destpê bibin.

Îniya herî dawiyê ya meha pîroz a Remezanê li ser fermana Îmam Xumeynî (re), damezînerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin. Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê, wê sibê îniyê, 8`ê Hezîranê, beranberî 23`ê Remezana 1439`an a Koça Heyvî, hevgavê Îranê li welatên din ên cîhanê were lidarxistin.

Merasima Roja Cîhanî ya Qudsê îro di siet 10:30 de bi awayekî hevgav li zêde ji 900 bajarên Îranê destpê bû. Zêde ji 5300 raportêr û nûçegihanên navxweyî û bîyanî wêne û raport têkildarî merasima Roja Cîhanî ya Qudsê li seranserî Îranê belav kirin.

Başa dön tuşu