Waliyê Himsê, hevhatinnameya El-Weirê derfetek jibo grûpên çekdar bi armanca behrewergirtina ji efûya serokkomariya Sûriyê ragihand.
Li gorî rapora kanala El-Alamê, Telal El-Bezarî waliyê Himsê roja duşemiyê got : Serokkomarê Sûriyê derfet û atomosfereke baş jibo aşitiya neteweyî û vegerandina ewlehî û aramiyê bo welêt pêk aniye ku ji riya wê bikaribin bi gotûbêja navxweyî pirsgirêkên welêt dûr ji mudaxilên biyaniyan çareser bikin.
Walyê Himsê destnîşan kir: Hevhatinnameya El-Weirê derfeteke baş jibo behrewergirtina ji efûya serokkomariyê ye û kesên ku hez dikin vegerin jiyana asayî dikarin bi radsetkirina çekên xwe vê derfetê bi kar bînin.
El-Berazî tekez kir: Cihnaîna xalên hevhatinnameya navça El-Weirê bi hevkariya nivîsgeha rûsî ya piştgiriya ji aşitiya neteweyî dê cih were û endamên çekdar li çarçêva çend karwanan û li mideha 6 heya 8 hefteyan tev malbatên xwe ji navendê dê bên guhestin bo bakurê Sûriyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)