IraqNûçeRojhilatanavin

Rêxistina terorîst a DAIŞê êrîş kire ser lîwaya 91 a Hewlêrê ya artêşa Iraqê û ew êrîş hate têkbirin

Fermandarê lîwaya 91 a Hewlêrê ya artêşa Iraqê fermandar Hemîd Dizeyî ji BasNewsê re ragehand, şeva çarşemê 19.04.2017ê çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser hêzên fewca yek û du yên lîwaya 91 a firqeya 15 a artêşa Iraqê, li sînorê eniya Hacî Elî li navbera bajarokê Şergat a parêzgeha Selahedîn û Geyare ya ser bi parêzgeha Nînowa û bajarê Mexmûrê yê parêzgeha Hewlêrê.

Fermandar Hemîd Dizeyî ragehand, piştî şereke kurt, êrîşa DAIŞê hate têkbirin û neh (9) termên çekdarên DAIŞê li qada şer man.

Herwaha got, yek ji kuştiyên DAIŞê emîr e û navê wî jî Mahîr Xumeysatî ye û termê wî jî li qada şer maye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu