ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêviya Îranê ji bo çareseriya herî bilez a qeyrana Sûriyê

Cîgirê erebî û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê hêvî kir ku gotûbêjên aştiya Sûriyê bi vîna ciddî ya Îran, Rûsiye û Tirkiyê herî bilez bibe sedema bidwîhatina qeyrana Sûriyê.

Husên cabirî Ensarî cîgirî wezîrê karên derve û sergêrê taxima îranî li gotûbêjên aştiya Sûriyê li  bajarê Astaneya Qezaqistanê roja şemiyê tevî ravekirina van gotûbêja li koma nûçegihanan got: Pêvajoya gotûbêjên aştiya Sûriyê  li bajarê Astaneya Qezaqistanê pêşketineke berbiçav hebû û hejmarek ji komên çekdar ên sûrî û taxima şandî ya dewleta Sûriyê digel Îran, Rûsiye û Tirkiyê li vê civînê beşdar bûn.

Cabirî Ensarî riya çareseriya qeyrana Sûriyê dirêj da zanîn û her wiha got: Îran ji destpêka qeyrana Sûriyê va li ser vê bawerê bû ku ev qeyran bi riya siyasî va çareser dibe û gere ku lihevkirineke sûrî sûrî pêk were.

Cîgirî wezîrê karên derve yê Îrabnê hêvî kir ku bi têgihîştina hevpar di navbera xwedîrolên cûrbicûr bi taybet sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê rêkareke bingehîn û bibandor ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê li çarçova gotûbêjên Astaneyê were biderstxistin da ku dawî li jkaresata mirovî ku gelê Sûriyê herî pirr tûşî ziyanê anioye, bîne.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Taxima şandî ya Komara îslamî ya Îranê bi hemî şiyana xwe di riya serêxwegirtina aştî û aramiyê li Sûriyê xebitiye.

Gotûbêjên Astaneyê bi armanca çareserkirina qeyrana Sûriyê û bi qasî du rojan li bajarê Astaneya paytexta Qezaqistanê hat lidarxistin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu