ErebîstanFilistînNûçeRojhilatanavin

Hêviya Nêtanyahû ev e ku bi hevkariya Waşîngtonê, piştî lidarxistina hilbijartina tê li Filistîna dagirbûyî, vê armancê bi dest bixe

Rojnameya siyonîstî ya Times’ê roja Şemiyê nivîsî ku Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst hewil dide pêwendiyên vê rêjîmê tev Erebistana Siûdiyê bixe qada fermîbûnê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Rojnameya siyonîstî ya Timesê bi bîr xist ku Yûsî Kûhîn, Serokê Rêxistina Sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst nasyar bi MOSSADê û hejamreka berpirsên amerîkî alîkriya Nêtanyahû ji bo serêxwegirtina vê armanca wî dikin.

Li gorî vê raporê, Hêviya Nêtanyahû ev e ku bi hevkariya Waşîngtonê, piştî lidarxistina hilbijartina tê li Filistîna dagirbûyî, vê armancê bi dest bixe.

Hilbijartina seranserî li Filistîna dagirkirî biryar e ku Mijdara 2019an were lidarxistin, eger çi ku gellek li ser vê bawerê ne ku renge ev hilbijartin zûtirkê were lidarxistin.

Hin çavkaniyên siyonîstî jî ragihandin ku rêjîma Israîlê li halê pêkanîna gotûbêjên berfireh digel hejmareka zêde ya welatên erebî ye.

Nêtanyahû di çend salên bihurî da bi caran qala germbûna pêwendiyên navbera Rêjîma Siyonîst û welatên erebî kiriye.

Di salên dawî da pêvajoya asayîkirina pêwendiyên hin rêjîmên ereb li navçeyê bi taybet rêjîma Siûdî û Imaratê tev Israîlê gurrtir bûye.

Hewildanên rêjîmên erebî ji bo normalkirina pêwendiyan bi Israîlê ra li halekî ye ku Rêjîma Siyonîst bi salan e  ku ji billî serkutkirina filsitîniyan, gellek ji navçeyên erebî-îslamî dagir kirine.

Başa dön tuşu