İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hevkariya bi Vatîkanê re li warê siyaseta derve

Li gorî rapora IRNA`yê, Şehînduxt Molaverdî alîkara serokê Komara Îslamî ya Îranê li karûbarên jinan û malbatê îro li hevdîtina serusquf, Vînçenzo Paliya, serokê konseya papî ya karûbarên malbatên Vatîkanê li Tehranê tekez kir: Rewş ji bo hevkariya navbera van du welatan pir guncaw e.

Molaverdî got: Ji ber ku niha cîhan bi qeyranên dijwar ên mîna terorîzmê û qeyranên nerim yên mîna kêmbûna erziş û nirxên saziya malbatê rûbirû ye, berfirehkirina peywendiyên Îran û Vatîkanê dikare ser bihêzkirina bingeha malbatê û raberkirina rêçareyên bingehîn li vê barê pir bibandor be.

Alîkara serokê Komara îslamî ya Îranê bal kişand ser meselên mîna îhaneta li pirtûka asimanî, îhaneta li pêxemberê ekrem (s), kuştina xirsitiyaniyan û agirberdana klîseyan û got : Ger li hember van qeyranan bertekek neyê nîşandanê dê dûhatên giran ên aborî û neaborî bo civakên mirovahiyê hebe

Molaverdî got: Rewacdana hizra aşitiyê dewsa şêr, pêkanîna hevalbendiyê bo aşitiyê, rawestana li ber feqr û xizaniyê û parastina bingeha malbatê divê li çarçova hevkariyên navneteweyî yên zêdetir were berçav girtin.

Serusquf, Vînçenzo Paliya, jî li vê hevdîtinê pêşwzaiya berfirehkirina hevkariyên Îran û Vatîkanê kir û Molaverdî vexwende beşdariya li civînekê li Jênêvê li 26 Hezîranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version