AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevkariya Îran û Tirkmenistanê di warê gazê de

Hemîdriza Iraqî, birêvebirê giştî yê Kompaniya Neteweyî ya Gazê ya Îranê, roja çarşemiyê li Têhranê herwiha got, Îran ji ber jêogirafiya xwe ya stratêjîk û hebûna depoyên mezin ên gazê, dikare ku bi welatên cînarê xwe re di warê şandin û sûapa gazê de, hevkariyê bike.

Li gorî gotina birêvebirê giştî yê Kompaniya Neteweyî ya Gazê ya Îranê, niha projeya şandina gaza Îranê bo Iraqê kemiliye û piştî ku aliyê iraqî amadetiya xwe ragihand û hevahengiyên pereyî pêk hatin, wê şandina gazê dest pê bibe.

Birêvebirê giştî yê Kompaniya Neteweyî ya Gazê ya Îranê, herwiha got, li demsala ziwistana îsal, wê rojê 50 mîlyon metreya kûp gaz bo bajarên Bexda û Besrê were şandin û herwiha li demsala hawîna tê jî 35 mîlyon metreya kûp gaz wê bo van bajaran were şandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu