NûçeRojhilatanavin

Hevkariya Îranê ligel welatên cînar ji bo pêkanîna ewlehiya sînoran

Fermandarê sînorvaniya hêza ewlekariyê ya Îranê hevkariya ligel welatên cînar ji bo pêkanîna ewlehiya mayînde baş da zanîn.

Sersdar sertîp Qasim Rizayî roja sêşemiyê, 22`ê Adara 2016`an, li hevpeyivîna ligel ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA`yê, her viha got: Îran ligel piraniya welatên cînar bi taybet Iraqê di warê dabînkirina ewlehiya sînorên hevpar da hevkariyê dike.

Sertîp Qasim Rizayî amajeyî lidarxistina pênc civînên hevkariya ligel fermandarên sînorvaniya Iraqê di sala buhurî da kir û got: Hin civînên kêrhatî ligel Iraqê ji bo dabînkirina ewlehiya sînoran hatine birêxistin û peywendiyeke baş jî ligel berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê heye.

Rizayî got: Peywendiyên sînorî yên Îranê ligel piraniya welatan ji bilî Pakistanê baş in û em hêvîdar in ku sînorvanên Pakistanê jî ji bo zêdekirina ewlehiya sînorên hevpar hevkariyê bikin.

Wî bi bîr xist: Sînorvanên îranî li dirêjahiya heşt hezar û 555 kîlomitr sînorê hevpar ligel 15 welatan sînorên Îranê diparêzin.

Fermandarê sînorvaniya hêza ewlekariyê ya Îranê roja duşemiyê jî dema seredana qereqolên sînorî li bajarê Merîvana parêzgeha Kurdistanê li rojavaya Îranê, Îran weke welatê herî ewleh û aram li Rojhilata Navînê da zanîn. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu