IraqNûçeRojhilatanavin

Keçeka êzîdî çekdarekî DAIŞê, ku xwe xistibû nav koçberan, deşîfre kir

Keçeka kurd ya êzîdî di raporteka televîzyonê de çekdarekî DAIŞê, ku di nav koçberan de bûye û berpirsê kirrîn û firotina keçên êzîdî bûye, deşîfre dike.

Keça kurd ya êzîdî ya bi navê Îvana Welîd Elî, ku demek kurt e ji destê DAIŞê rizgar bûye, li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye ku dema li televîzyonê temaşe dikir, çekdarekî DAIŞê li nav koçberên bajarê Til Eferê de dîtiye ku di nav DAIŞê de berpirsê kirrîn û firotina keçên êzîdî bûye.

Îvanayê daye zanîn ku navê wî çekdarê DAIŞê Ebû Elî bûye û gotiye, ez ti carî rûçkê wî ji bîr nakim ji ber ku wî gelekî ez êşandim. Piraniya keçên êzîdî yên di destê DAIŞê de jî wî nas dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu