AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin
Hevkariyên siyasî û bankî mêhwera gotûbêjên wezîrên karên derve yên Îran û Norwêjê
Li gorî rapora IRIB News`ê, wezîrên karên derve yên Îran û Norwêjê, Mihemed Cewad Zerîf û Borge Birinde îro anku duşemiyê, 13`ê Hezîrana 2016`an, li Osloya paytexta Norwêjê tevî gotûbêja li bara peywendiyên duyalî, riyên bidawîanîna qeyrana Sûriye, Iraq û Efxanistanê hilkolandin.
Gotûbêja li bara hevkariya li warên nift û gaz û jîngehê ji mêhwerên din ên gotûbêjên navbera wezîrên karên derve yên Komara Îslamî ya Îranê û Norwêjê bûn.
Zerîf îro her wiha ligel serokê parlimana Norwêjê, Olîmîk Tomsin û seroka komîsiyona siyaseta derve û parstinê ya parlimana Norwêjê, Anîk Hoytfildit û endamên din ên vê komîsiyonê her viha serokwezîrê berê yê Norwêjê, Bondwîk W Kore Wîlok, hevdîtin pêk anî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)