ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevkariyên ticarî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê

Nivîsxana Konseya Bilind a Deverên Azad li Îranê û Yeketiya Derfiroş û Derbikirên Herîma Kurdistana Iraqê Rêketinama berfirekirina hevkariyên ticarî îmza kirin.

IRIB Newsê îro ragihand ku ev rêketinama li Tehranê ji aliyê alîkarê berhemanîn, îxracat û teknolojiyê ya Nivîsxana Konseya Bilind a Deverên Azad li Îranê  Ekber Êftixarî û ji aliyê serokê Yeketiya Derfiroş û Derbikirên Herîma Kurdistana Iraqê Mistefa Ebdul Rehman Ebdullah hat îmzakirin.

Her du aliyan piştî vê yekê bikaranîna derfetên pêşvebirin û berfirekirina danûstandinên ticarî pêdivî dan zanîn û ser îstifadeya ji zirûfên berhemanînê pêgîrî kirin.

Kêmkirina bihaya kelûpelên berhemhatî, berfirekirina  xebitandina sermayê li deverên ticarîli gor potansiyelên heyî û zêdekirina şixulan ji riya zêde û berfirekirina berhemanînê  û ticaretê ji hedefên din ên rêketinama hanê ne.

Serokê Yeketiya Derfiroş û Derbikirên Herîma Kurdistana Iraqê Mistefa Ebdul Rehman Ebdullah  bal kişand ser boykotên Amerîkayê li dijî Îranê û got: Herîma Kurdistana Iraqê di vê rewşê de amade ye bi Îranê re hevkariyeke baş û zêde hebe.

Başa dön tuşu