IraqNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana hogirên Muqteda Sedr li Bexdaya Iraqê

Hogirên Koma Sedr`ê li Bexdaya paytexta Iraqê xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê, 12`ê Gulana 2016`an, a ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê ji zarê ajansa nûçeyan a Reuters`ê, hogirên Muqteda Sedr, rêberê Koma Sedr`a Iraqê roja pêncşemiyê, 12`ê Gulana 2016`an, rojekê piştî êrîşên mirinbar ên têrorîstî li Bexdayê hatin nav kolanên vî bajarî û ji dewleta Iraqê xwestin ku welatiyan ji hemberî êrîşên têrorîstî biparêze.

Xwenîşanderan li halekî ku plakardin bi nîşana rexneya ji pêngavrakirina dewleta Iraqê girtibûn destê xwe bi bîr xistrin ku komên siyasî li Iraqê ketine hemberî hevdu û gelê bêberevan ê vî welatî ji bîr kirine.

Ji ber êrîşên têrorîstî yên roja çarşemiyê, 11`ê Gulana 2016`an, li taxên cûrbicûr ên Bexdayê herîkêm 100 kes hatin kuştin û zêdetir ji 110 kesî jî birîndar bûn.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsiyariya van êrîşên têrorîstî girtiye ustiyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu