ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran baweriya xwe li Emerîkayê nayne

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got ku Rêketinnama Navokî li gorî pêbaweriyê pêk nehatiye û Îran jî baweriya xwe li Emerîkayê nayne.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Muhemed Cewad zerîf çarşemiyê şevê li ramangeha  lêkolînê ya  Emerîkî ya civata  Asiyayê li Niyoyorkê û li gotûbêja  tev Çarlî Roz pêşkêşkarê binavûdeng ê emerîkî got: “Emerîka  niha  divê bi raghandina  biryara xwe li bara Rêketinnama Navokî nîşan bide ku gelo civaka cîhanî dikare baweriya xwe li Waşengtonê bîne an nikare“.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku Îranê tu hevhatineke  navneteweyî binpê nekiriye û tu hevcetî bi sînordariyên zêdetir tine û destnîşan kir: “Îran çek û sîlehên  navokî ser qezanca  berjewendiyên  ewlehiya  neteweyî ya xwe nizane û ger Emerîka ji Rêketinnama Navokî derkeve dê li gorî rewşê biryarên pêdivî bide“.

Wî her wiha  serkutkirina  neraziyan li Behreynê û nakokiya  navbera Qeter û Erebistanê encama siyasetên  şaş  ên dewleta Donald Trumpê serokkomarê Emerîkayê li Rojhilata Navînê da zanîn û got: “Navça Rojhilata Navînê hevcedarê peyama gotûbêjê ye“.

Wezîrê derve yê Îranê bala xwe da ser siyasetên  şaş ên Erebistanê li Yemen û Sûriyê û got: “Erebistana Siûdî wek aktoreke giring li navçê divê ji xeyala  wêdebirina  Îranê ji navçê dev berde ji ber ku dabînkirina  ewlehiya navçê hevcedarê hevkariyê ye“.

Zerîf got: “Rêçareya Îranê jibo çareseriya qeyarna Yemenê û Sûriyê berûvajiya Erebistanê, damezrandian  agirbesê, alîkariyên  mirovheziyê, gotûbêjên siyasî û lidarxistina  hilbijartinê jibo avakirina  dewleta gitşalî ye“.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha  giştpirsiya cidabûnê li Herêam Kurdistana  Iarqê şaştiyeka  giring a stratejîk da zanîn û got: “Dûhatên  vê şaştiyê tenê pêsîra Herêma Kurdistana Iraqê nagre“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu