NûçeRojhilatanavinSûriye

Hevpeymaniya Amerîkî firokeya şêrr a Sûriyê xiste xwarê

Fermandetiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê sernixûnkirina firokeyeke şêrr a vî welatî ji aliyê hevpeymaniya amerîkî va piuştrast kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, fermandetiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê êvara yekşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Firowekyên şêrr ên hevpeymaniya amerîkî bi mehneya şerê dijî DAIŞ`ê nîvroja yekşemiyê firokeyeke şêrr a Sûriyê dema pêkanîna opêrasiyona dijî koma têrorîast a DAIŞ`ê li navçeya El Resafeyê li başûrê Reqayê li bakurê Sûriyê kirine hedef.

Firokevanê firokeya jordaxistî ya sûrî wenda bûye.

Fermandetiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê bi gotina viya ku ev destdirêjî bi armanca girtina pêşketinên artyêşa Sûriyê li şerê dijî DAIŞ`ê pêk hat, her wiha ragihand: Êrîşa li ser firokeya şêrr a sûrî tu şik û gumanekê li bara piştgiirya Amerîkayê ji têrorîsmê nahêle. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu