IraqNûçeRojhilatanavin

Hevpeymaniya mezin a Iraqê bi mêhweriyeta Muqteda Sedr hat damezirandin

Mêdyayên iraqî qala damezirandina hevpeymaniya mezin a Iraqê bi mêhweriyeta Muqteda Sedr, piştgirê hevpeymaniya hilbijartinê ya Sairîn kirin.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê mêdyayên Iraqê, Hevpeymnaiya nasyar bi Hotêla Babilê roja Yekşemiyê civîna xwe ya duyem ku li mala Seyid Emar Hekîm, Serokê Tevgera Hikmeta neteweyî ya Iraqê, hat lidarxistin, damezirandina hevpeymaniya Meizn a Iraqê ragihand.

Ev civîn bi amadebûna hejmareka serokên hevpeymaniyên serketî li hilbijartina vê dawiyê ya Iraqê ji wan Seyd Emar Hekîm, Heyder Ebadî, Eyad Elawî, Osame Nuceyfî, Salih Metlek, damezirandina hevpeymaniya mezin a parlimanê bi zêde ji 160 kursiyan (ji 328 kursiyên parlimanê) ragihand.

Hevpeymaniya Sairûnê bi serokatiya Muqteda Sedr, serokê tevgera Sedr a Iraqê di hilbijartina parlimanî ya Iraqê ku di 12ê Gulana 2018an da hat lidarxistin, bi ser ket.

Girîngiya fraksiyona mezin a Iraqê bi taybet ji ber wê yekê ye ku desthilata damezirandina dewleta nû li vî welatî heye.

Tevî ragihndina fermî ya hevpeymnaiya (Fraksiyona) mezin a Iraqê ji aliyê bereya nasyar bi Hotêla babilê (Seyd Muqteda Sedr, Seyd Emar Hekîm û Heyder Ebadî), Nûrî Malikî serokê hevpeymaniya dewleta qanûnê jî qala damezirandina hevpeymaniya El Benayê ji aliyê hevpeymanên xwe va kir.

Hevpeymaniya El Benayê bi mêhweriyeta Nûrî Malikî (Dewleta Qanûnê), Hadî Amirî (El Feth) û çend lîsteyên din ên hilbijartinê hat damezirnadin.

Nûrî Malikî li civîna digel nûçegihanan tevî ragihandina helwêstên hevpeymaniya El benayê, destnîşan kir ku dê ev hevpeymanî dewleta nû ya Iraqê pêk bîne, neku hevpeymaniya damezirandî ji aliyê bereya Sedr va.

Li gorî qanûna bingehîn a Iraqê, damezirandina fraksiyona mezin a parlimanî ya Iraqê ji bo fermîbûn û tekûzbûnê divê li civîna fermî ya parlimana vî welatî were ragihandin û tomarkirin.

Yekem civîna parlimana nû ya Iraqê îro anku Duşemiyê tê damezirandin.

Başa dön tuşu