IraqNûçeRojhilatanavin

Nûçeyên Mûsilê: Dewama pêşdaçûna hêzên iraqî / Heşdi Şeibî li 7 kîlomitriya Til Eferê

Hêzên beşdar li opêrasiyona azadkirina Mûsilê pêşdaçûna xwe didomînin û li Til Eferê li başûrê Mûsilê gihîştine heft kîlomtriya vî bajarî.

Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandarê opêrasiyona Nêynewayê ragihand: Yekîneyên leşkera nehem a zirêhî û hêzên Heşdi Şeibî li halê pêşdaçûna ber bi gundên Ebas Receb û El Numaniyê li navçeya Nemrûdê li bereya bakurê Zabê li başûrê Mûsilê ne.

Bio hezaran kes ji hêzên gelanî li mêhwera rojavaya Mûsilê amadeyî destpêkirina şêrr li Til Eferê bi piştevaniya hêza hewayiya artêşa Iraqê ne. Van hêzan heta niha zêdetir ji 2000 kîlomitrên çargûşe li rojavaya Mûsilê azad kirin û xwe ji bo şerê li Til Eferê amade dikin.

Hesen El Sarî fermandarê Seraya El Cehadê li çarçoveya hêzên gelanî yên Iraqê got: Hinek ji hêzên Heşdi Şeibî li heft kîlomitriya Til Eferê ne. Renge em nekevin Mûsilê; Lê em ê bi hetim têkevin Til Eferê. hemî komên Heşdi Şeibî beşdrî şerê Til Eferê dibin. Hnekên din ji hêzên Heşdi Şeibî niha mijûlî parastina deverên azadbûyî li Sersar û hin navçeyên Selahedînê ne.

Hesen El Sarî bal kişande ser têkbirina 40 êrîşên DAIŞ`ê bi saya erebeyên bombekirî û got: Tenê du erebeyên bombekirî gihîştin hedefê û yên din hatin jinavbirin. Têrorîstên DAIŞ`ê şiyana xwe ya sekinîna li hemberî hêzên me tunînin û piştî du saetan şerrkiirnê direvin û dafikên teqînê bi cî dihêlin.

Ebdulrehman El Weka, endamê konseya parêzgeha Nêynewayê jî got: Hêzên hevpar li pey serdestiya li ser navçeya stratijîk li bakurê Hemam el Elîlê ne; Ji ber ku firokexaneya Mûsilê dikeve bin nrêîna vê navçeyê. navçeya El Bûsîfê di nava hêzên iraqî û firokexanyê ketiye û hêzên iraqî niha li çend mitriya vê navçeyê ne.

Wî her viha got: Li gorî viya ku navçeya El Bûsîfê sê gundên bilindtir ji firokexaneya Mûsilê digire ber xwe, girtina vê navçeyê dê mewqiya hêzên iraqî xurt bike û DAIŞ`ê wê nekare li ber xwe bide; Çimku ku dikeve ber êrîşên giran ên topxneyê.

Endamê konseya parêzgeha Nêynewayê ragihand: Ev bere riya herî bilez ji bo gihîştina bo avahiya parêzgariya Nêynewayê ye ku ketiye paş firokexneyê.

Ji aliyê din va rayedarekî ser bi hêzên Pêşmerger yên Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku van hêzan berbanga îro 16 çeteyên DAIŞ`ê li Başîqê kuştine. Çeteyên DAIŞ`ê li navçeyê xwe veşartbûn û dixwestin ku birevin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu