IraqNûçeRojhilatanavin

Hevpeymaniya Saîrun: Yê serdana Îsraîlê bike emê ceza bidin

Parlamenterekî Hevpeymaniya Sedr radigehîne ku herkesekî ku serdana Îsraîlê bike, ewê wî ceza bikin.

Îro 07.01.2019ê parlamentere hevpeymaniya Saîrun Muzîr Xeziel ji çapemeniya Iraqê re ragehand, serdan kirina hemû hemwelatiyekê yan berpirsekî Iraqê bo Îsraîlê xiyanete li niştiman û ew her cure serdanekî bo wî welatî red dikin.

Muzîr Xeziel ku hevpeymaniya wan ji aliyê Muqteda El Sedr ve serokatiya wê tê kirin, amaje bi wê yekê jî kir, serdana Îsraîlê kirin ‘’Bi çi bahaneyekê ve dibe bila bibe em red dikin û emê wan kesan hemûyan ceza bikin ku serdana wî welatî kirine û dikin.’’

Başa dön tuşu