NûçeRojhilatanavinYemen

Hevpeymaniya Seûdî îtiraf kir ku zarokên yemenî kuştine

Hevpeymaniya Seûdî îtiraf kir ku otobusa ku zarokên yemenî tê de bûn li parêzgeha Sedeyê kiriye hedefa êrişa balafirên şêr û zarokên yemenî kuştine.

Li gor nûçeya Mehr Newsê, Berdevkê Medyayê yê Tîma Nirxandina Bûyeran li Yemenê yê ser bi Hevpeymaniya desdirêjkar a Seûdî Mensûr Ehmed el-Mensûr duh got: Balafirên şêr ên Hevpeymaniyê bi şaşitî otobusa zarokan li parêzgeha Sedeyê kiriye hedefa êrişê.

Balafirên şêr ên Hevpeymaniya Seûdî roja pêncşemê 9 Tebaxê li bajarê Zehyan ê li parêzgeha Sedeyê otobuseke zarokên yemenî kirin hedefa êrişê ku di encamê de 55 zarok hatin kuştin û 77 kesên din jî birîndar bûn.

Piraniya rêxistin û saziyên navneteweyî ev cinayeta Hevpeymaniya Seûdî şermezar kir.

Rêxistina Zêrevaniya Mafên Mirovan 16 Tebaxê ragihand ku Hevpeymaniya Seûdî bi çek û sîlahên amerîkî û brîtanyayî xwendevan û zarokên yemenî li Zeyhanî qir kirin.

Başa dön tuşu