Nûnerê Hevpeymaniya “Dewleta Qanûnê” li Parlimana Iraqê qala lihevhtina berfireh navbera vê hevpeymaniyê digeg hevpeymaniyên Fethê û Hevpeymaniya El Hikmeyê û lihevkirina asayî digel hevpeymaniya El Nesrê ji bo damezirandina dewleta nû kir.
Nûnerê Hevpeymaniya “Dewleta Qanûnê” li Parlimana Iraqê, Ebdulhadî El Seidawî roja Îniyê li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a El Sumiriyê ya Iraqê ra bal kişande ser rola Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li hevdengkirina hevpeymaniyên siyasî jib o damezirandina dewleta “Pirraniya Siyasî” û got: Ev hevpeymanî bi armanca serêxwegirtina Pirraniya Siyasî (Dewsa pişk û parxwaziya firqeyî an lihevhatina siyasî) li nav parlimana Iraqê û damezirandina dewletê li ser esasa wê yekê, li halê gotûbêj û şêwirîna bi hevpeymaniyên din ên siyasî ye.
Nûnerê Hevpeymaniya “Dewleta Qanûnê” li Parlimana Iraqê her wiha qala hin hevhatinan digel hevpeymaniyên hilbijartinê yên komên sune û kurd ên Iraqê kir ku mijara wê hewildana ji bo damezriandina dewleteka bihêz e.
Li vî halî, Muqteda Sedr, Serokê Koma Sedr berêvariya Îniyê li hevdîtina bi balyozên welatên cînar ji wan Sûriye, Urdin, Kuwêyt, Erebistan û Tirkiyê li necefa Eşrefê, nêrînên xwe li bara hevpeymaniyên siyasî ji bo damezirandina dewleta pêşerojê ya Iraqê hilêxistin.
Li gorî ragiahndina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.
Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 42 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.
Hilbijartina parlimanî ya Iraqê şemiya bihurî anku 12ê Gulanê bi beşdariya derdora 11 miliyon kes ji Iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê hat lidarxistin.