NûçeRojhilatanavinSûriye

Hevpeyvîna amerîkiyan û çeteyên DAIŞ`ê hatiye bihîstin

Seroka parlimana Sûriyê got: Hevpeyivîna di navbnera amerîkî û DAIŞ`iyan berî êrîşa hewayiya vê dawiyê li rojhilata Sûriyê hatiye bihîstin.

Li gorî rapora têlêvîziyona Meyadînê, Hedye Xelef Ebas seroka parlimana Sûriyê ku sefera Têhranê kiriye roja duşemiyê bi gotina viya ku artêşa Sûriyê hevpeyivînên di navebra amerîkî û DAIŞ`iyan guhdarî kirine, got: Fayla dengê ya hevpeyivînên qeydkirî di navbera hêzên amerîkî û têrorîstên DAIŞ`ê berî êrîşa hewayiya Amerîkayê li ser navendên artêşa Sûriyê li Dêyrezûrê li ber destê artêşa Sûriyê heye.

Ev gotin li halakeî hatine hilêxistin ku Pêntagonê berî viya idia kiribû ku êrîşa li ser hêzên artêşa Sûriyê li Dêyrezûrê li pey şaşitiya naskirina çeperên DAIŞ`ê li vê navçeyê pêk hatiye.

Berî viya jî Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê li axaftinekê ragihandibû ku êrîşa hewayiya Amerîkayê li Dêyrezûrê êrîşeke lezgîn û yekcarî nebû, belki di heyama 50 xulekan da û bi hevahengiya koma têrorîst a DAIŞ`ê pêk hatibû.

Di heftiya buhurî da firokeyên şêrr ên Amerîkayê çeperên hêzên sûrî li çiyayê Serdeyê û derdora firokexaneya Dêyrezûrê dane ber bomban û herîkêm 62 serbazên sûrî kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu