CîhanErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Hevrêtiya Erebistan, Behreyn û Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebîbi bi Trump re dijî Îranê

Rejîmên Siûdî, Alê Xelîfe û Alê Nehyan, pêşwaziya axiftinên bi dijminatî yên Donald Trump serokkomarê Amerîkayê yên dijî Komara îslamiya Îranê kirin.

Li halekê ku para zêde ya welat û saziyên navneteweyî û heta hin rayedarên amerîkî, gotinên Donald Trump yên dijî Îranê, gotinên nedîplomatîk, sedema serşoriyê û pûç dane zanîn, Erebistana Siûdî, Behreyn û Mîrîtiyên Yekgirtî yên Erebî li çend daxuyaniyan, pişta îhanetên dijî îranî yên Trump girtine.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê îniyê bi şev bêyî berçavgirtina heşt raporên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ku di wan de pêbendiya Îranê li liehevkirina Navokî hatiye piştrastkirin, ragihand wê pêbendiya Komara Îslamiya Îranê li Lihevkirina Navokî erê neke. Ev kara bi armanca îbtalkirina vê hevhatina navneteweyî pêk hatiye.

Yekîtiya Ewrûpayê, piştî van gotinên Trump ragihand wê wek berê bi tamî pişta Lihevkirina Navokî bigire.

Trump herwiha bi dubarekirina bi dubarekieina tawanên pûç ên dijî gelê Îranê, îdia kir ku Têhran pişta terorîsmê digire û Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ku roleka wî ya bingehîn li şerrê dijî terorîstên ku Waşîngton û hevgirtiyên wê (bi taybet Erebistan , Imarat û Behrêyn ) li Sûriye û Iraqê pişta wan digire, hebûye, xiste nav lîsteya boykotên nû.

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamîya Îranê, jibo şerrê dijî komên tekfîrî- terorîstî yên li Iraq û Sûriyê, li ser dawaza fermî ya van welatan, alîkariya misteşarî dide wan, karê ku qet keyfa Trump û hevgirtiyê wî jê nayê.

Serokkomarê Amerîkayê herwiha li axiftina xwe bêyî berçavgirtina belgeyên wezareta karên derve ya vî welatî, navekî sexte li Kendava Farsê kir.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, piştî van gotinên Trump, ji wî xwest zêdetir dîrok û coxrafiyayê bixwîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu