ÎranNûçeRojhilatanavin

Hewildana Îranê ji bo pêkanîna aramiî û aştiyê ji bo hemî gelan

Wezîrê parastinê yê Îrnê got: Armanc û hewildana Komara Islamî ya Îranê pêkanîna aştî û aramiyê ji bo hemî gelan e.

Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan wezîrê parastinê yê Îranê berî xutbeyên nimêja îniyê ya Isfehanê (navenda Îranê) her viha got: Ewlehiya cîhanê ketiye ber êrîşa tevgerên têroîst û hemî gelê cîhanê nigeranê çalakiya komên têrorîst in.

Sedar Dêhqan got: Tevgerên têrorîst ku ji aliyê Amerîka, Rêjîma Siyonîst û hinek ji welatên erebî pêk hatine, ewlehiya cîhanê xistine ber xeterê.

Wî amaje bi cîgeha Îranê wek welatê bibandor li hevsengiyên siyasî yên cîhan û navçeyê kir û got: Ev cîgeh bi saya hevgirtin, yekîtiya neteweyî û yekbûna pêkhatî ji rênimûniyên rêberê Inqilabê hatiye bidestxistin.

Dêhqan bi gotina viya ku Îran bi saya piştevaniyên berfireh ên gelanî, aramî û serbixwetiyê dikare qeyranên seranavçeyî û cîhanê kontrol bike, visa domand: Roja îro cîhan pê hesiyaye ku Îran hêmaneke bibandor û xwedîrol li hevsengiyên navçe û cîhanê ye û ev sermayeyek mezin di destê gel û berpirsên Komara Islamî ya Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu