IraqNûçeRojhilatanavin

Hewildana ji bo berhevkirina belgeyên cinayetên DAIŞ`ê li dijî êzdiyan

Dema ku têrorîstên DAIŞ`ê li meha tebaxa sala 2014`an deverên êzdînişîn li bakûrê rojavayê Iraqê dagîr kirin, bi hezaran êzdî yan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, an hatin revandin, an neçar man ku war û welatê xwe biterkînin.

Gelek ji wan hema wisa wendayî ne. Gelek ji van kesan hatine kuştin û guman heye ku gelek ji jinên êzdî yên revandî jî wek koleyên cinsî li ber destê DAIŞ`ê ne. Mêrekî êzdî li Duhokê gişt hewildana xwe bi kar aniye ta ku cinayetên DAIŞ`ê li dijî civaka êzdiyan li bakûrê Iraqê li çarçoveya belgefîlmekê tomar bike. Ew hêvî dike ku bi van belgeyan bikare di dawî da sebebkarên van cinayetan bixe ber şopandinê.

Bêhzad Ferhan Murad dixebite ku yekem raveya dîrokî ji tevkujiya êzdiyan amade bike. Ev mêrê bîst û heşt salî yê êzdî hewil dide ku belgeyên heyî ji laiyê her kesekî êzdî berhev bike ku cinayetên DAIŞ`ê dîtiye yan bi xwe bûye goriyê cinayetên DAIŞ`ê.

Jinên ku hatine revandin û wek koleyên cinsî hîsîrên DAIŞ`ê bûne, zarokên ku li kampên DAIŞ`ê hîndekariyên zêdegavî û tundiyê raberî wan hatine kirin.

Vî ciwanê êzdî heta niha ligel bi sedan kes ji gorî yan kesên bînerê cinayetên DAIŞ`ê li dijî êzdiyan li kampên cûrbicûr ên êzdiyan ji wan kampa Şerîeyê li dorhêla Duhokê hevpeyivîn pêk aniye û hûrgiliyên deqîq li bara du hezar û çarsed goriyan berhev kirine.

Li gorî texmîna Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji dema ku têrorîstên DAIŞ`ê piştî paşvekişiyana hêzên kurd ên nasyar bi Pêşmerge ji Şingal û derdora vî bajarî li sala 2014`an, ev dever dagîr kirin, derdora pênc hezar kes ji êzdiyan ku piraniya wan jin û zarok bûn hêsîr kirin.

Beşeke mezin a nifûs çarsed hezar kesî ya êzdiyên bakûrê rojavaya Iraqê mal û warê xwe terikandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu