IraqNûçeRojhilatanavin

Hewildana xelkê Mûsilê jibo azadkirina vî bajarî

Berdevkê Heşdê şebî li Iraqê tekez kir ku xelkê Mûsilê tev hêzên iraqî hewil didin ku vî bajarî azad bikin.

 Ebûcefer El-Esedî berdevkê fermî yê hêzên xwebexş ên gelanî li Iraqê roja duşemiyê li gotûbêja tev Tesnîm Newsê tekez kir ku hin ciwanên Mûsilê gurdanên  nepenî pêk anîne û di demên  curbicur êrişî ser terorîstên DAIŞê dikin.

El-Esedî tekez kir ku ji destpêka  operasyona  azadkirina Mûsilê heya niha  zêde ji 600 terorîst hatin kuştin û bi dehan  trimbêlên bombekirî jî li mêhwerên  curbicur ên Mûsilê hatine bêencamkirin.

Berdevkê fermî yê Heşdê Şebî ya Iraqê jî destnîşan kir ku parastina  welatiyan bernama sereke ya  hêzên iraqî ye û loma nikarin demeke  taybet jibo  kutakirina  operasyona  Mûsilê berçav bigrin.Jiber ku terorîst li navenda bajêr ber xwe dane û welatiyan  ji xwe re dikin mertala însanî.

Ebûmehdî El-Muhendis fermandê hêzên besîca gelanî ya Iraqê jî li hevpeyvîna  tev Rûsiya El-Yewmê got ku  hêzêmn besîca gelanî li amadetiya tam jibo beşdariya  li azadkirina  Mûsilê de ne û erkdariya wan piştgiriya hêzên artêşa Iraqê û polîsê federal li pêşdeçûna  ber bi navça  Tileferê li rojava  Mûsilê ye.

Bi destpêbûna  operasyona  azadkirina  Mûsilê ji duşemiya heftiay buhurî hêzên iarqî serketinên  zav bidest xistine û terorîstan ruhiyeta xwe dorandine  û gelek şikest xwarine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu