AborîIraqNûçeRojhilatanavin

Hewl tê dayîn xercên sê serokatiyên Iraqê bên kêmkirin

Lijneya darayî ya parlamentoya Iraqê hewl dide xercên sê serokatiyên Iraqê kêmbike.

Îro 22.01.2019ê endamê lijneya darayî li parlamentoya Iraqê Samir Xesban bi beyanameyekê ragehand, lijneya wan hewl dide zêdegaviya xercan kêm bike û dahatê zêde bike.

Samir Xesban ragehand, lijneya wan hewl dide xercên wezaretan, balyozxaneyan û sê serokatiyên Iraqê yên serokatiya parlamentoyê, serokatiya hikûmetê û serokkoımartiyê, di proje yasaya giştî ya Iraqê ya sala 2019ê de kêm bike.

Başa dön tuşu