EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rûhanî, êrişên têrorîstî yên Brûksêlê şermezar kirin

Serokê Komara Islamiya Îranê êrişên têrorîstê yên li Berûksêla paytexta Bêljîkê şermezar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Rûhanî, serokê Komara Islamiya Îranê îro li rûpela xwe ya Tiwîterê, tevî mehkûmkirina êrişên têrorîstî yên Brûksêlê, sersaxî da dewlet, gel û malbatên goriyên vê êrişa têrorîstî.

Hemîd Ebûtalibî, alîkarê siyasî yê nivîsgeha serokomartiya Îranê jî li rûpela xwe ya Tiwîterê tevî şermezarkirina êrişên têrorîstî yên Brûksêlê pêkutî kir ku Îran û Ewropa di warê têkoşîna li hemberî têrorîsmê da yê hevgirtî bin. Ebûtalibî her wiha got: Êrişên têrorîstîn yên Brûksêlê nîşan dan ku têkoşîna li hemberî têrorîstan divê ewlewiyeta karê hemî welatan be.

Di encama êrişên têrorîstên yên duh li balafirgeh û mêtroya bajarê Brûksêla paytexta Bêljîkê da 34 kes hatin kuştinê û nêzî 200 kesî jî birîndar bûn. Koma têrorîst a DAIŞ`ê duh berpirsiya teqînên hanê da ustiyê xwe. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu