Ajanseke iraqî li bara hewldana dewleta Emerîkayê bona vegerandina koma terorîstî ya Munafiqan bo axa Iraqê bêyî hewahengiya dewleta navendî ya Bexdayê agahî da.
Li gorî rapora IRNA`yê, ajansa nûçan a El-Qedîrê roja şemiyê raghand: Dewleta Emerîkayê endamên koma terorîstî ya Munafiqan li meqerên xwe yên eskerî li Kurdistanê hîn kirine û çek û sîlehan dide wan.
Koma terorîstî ya Munfiqan ji hevpeymanên dîktatorê îdambûyî yê Iraqê bû ku him li şerê Rejîma Besa Iraqê li dijî Îranê û him jî serkutkirina serhildan û tevgerên gelanî yên Iraqê û cinayeta li dijî welatiyên iraqî alîkariya Sedam dikir.
Bi salan piştî sernixûnbûna Sedam, gel û serokên iraqî tevî piştgiriya rojava û Emerîkayê ji vê koma terorîstî, serê axir bi îsrar, karîn ku Munafiqan ji axa welatê xwe derxînin.
Nivîsgeha Heyder Ebadî srokwezîrê berê yê Iraqê,10 Îlona 2016`an bi daxûyaniyekê raghand, dewleta Iraqê bi derxistina dawîn koma Munafiqan mayîna wan li Iraqê tam bi dawî anî û ev dosiye tam girêda.