IraqNûçeRojhilatanavin

Hewldana Mesûd Barzanî ji bo cebirandina peywendiyên xwe digel tevgerên şîe yên iraqî

Rojnama Al-Şerq ul Awsetê ji zarê çavkaniyeke agehdar raghandibû ku Mesûd Barzanî hewl dide ku peywendiyên zîyanlêketî yên xwe û tevegrên siyasî yên şîe yên iraqî bicebirîne.

Li gorî rapora Mêhr Newsê ji zarê El-Şerq El-Ewsetê, çavkaniyeke agehdar ragihandiye ku bere û tevegrên siyasî yên şîe û kurd ên iraqî hewl didin ku bi yekbûna xwe , hevalbendiyeke mezintir li parlemana Iraqê pêk bînin.

Kesayetiyekî siyasî yê iraqî destnîşan kiriye ku hemî bere û tevegrên şîe yên hazir li parlemanê, Saiûrûnê, Feth, Nesr û Dewleta Qanûnê û Hikmeya Netewî li ser vê mijarê li hev kirine ku dewlet divê bi hemî tevgerên siyasî ji wan bereyên Kurd û Ehlê Sune pêk were da ku tu tevgerek derve nemîne.

El-Şerq ul Awsetê raghandibû ku ev meselea  pêkanîna  hevfehmkirina navbera bereyên Şîe û Kurd de piştrast dike û hevdîtinên vê dawiyê yên taximên Şîe tev Mesûd Barzanî dikare bibe sedema hevalbendiya dîrokî ya şîe û kurdên iraqî û niha Mesûd Barzanî hewl dide ku peywendiyên xwe bi tevgerên şîe re ku piştî  lidarxistina  giştpirsiya Herêma Kurdistanê rastî pirsgirêkan hatibûn sererast bike.

Başa dön tuşu