EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Hişyariya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî bo Erebistanê

Hêza deryayiya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê bi daxûyaniyekê li bara meşqa leşkerî ya Erebistanê ragihand: Ev meşqa leşkerî li gorî pîvankeke diyarkirî ji bo kêşezayî û kêmkirina ewlehiya mayînde li Kendava Farsê ye.

Li daxûyaniya hêza deryayiya Sipahê pasdarên înqilaba Îslamî ya Îranê hetiye: Ti yek ji qayiq û soberîbarên leşkerî yên beşdr li meşqa leşkerî ya ragihandî ya Erebisrtanê ji avên Komara Îslamî ya Îranê derbas bibe û eger vî karî bikin, dê tûşî dûhatên bitehlûke bên.

Li vê daxûyaniyê her viha hatiye ku hêza deryayî ya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî û artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji bo dabînkirina ewlehiya mayînde li Kendava Farsê û Tengava Hormozê di rewşa amadetiya tam da ne û dê li hemberî her cûre liv û tevger, hewildan û kiryara ji bo tevlihevkirina ewlehî û aramiya Kendava Farsê û Tengava Hormozê sekinîneke minasib û bilez pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu